‘Êlek Zeran’ bi ser otela wezîrê Kurd de girt
04 berfanbar 2018 20:23
PeyamaKurd - Protestoyên xelkê Basrayê yên 8ê Tîrmeha 2018an li dijî bêkarî, xîzanî û nebuna xizmetguzariyê dest pê kiribûn, ji nû ve zindî bûn.
Hat ragihand, xwepêşanderan şeva borî bi ser otela Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên û şanda ligel wî de girtine ku ji bo pirsgirêkên Basrayê gotûbêj bikin li wir bûn.
Hat zanîn gelek ji xwepêşanderan êlekên zer û pirteqalî li xwe kiribûn ku di protestoyên Fransayê de jî xwepêşander wan li xwe dikin.
Li gor zanyariyan di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de alozî derketiye û ziyana madî çêbûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin