‘Elawî bêyî Kurdan nikare hikûmeta nû ava bike’

24 sibat 2020 02:22
‘Elawî bêyî Kurdan nikare hikûmeta nû ava bike’

PeyamaKurd - Serokê firaksyoneka parlementoya Iraqê Hîşam Suhêl da xuyakirin ku serokwezîrê raspartî yê nû Mihemed Elawî nikare bêyî kurdan û suneyan hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne.

Parlementerê suneyê Iraqê û Serokê firaksyona Weten li parlementoya Iraqê Hîşam Suhêl bi daxuyaniyekê ragihand, Iraq di qonaxeke kirîtîk re derbas dibe, ji ber wê jî divê Mihemed Elawî di avakirina hikûmetê de lezê neke.

Hîşam Suhêl got, divê serokwezîrê nû yê Iraqê bi aliyên siyasî re car din dest bi danûstandinê bike bo pêkanîna hikûmetê, ji ber ku bêyî kurdan û suneyan ew nikare hikûmetê pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye, Kurd û suneyên Iraqê ji hewlên Elawî yên bo avakirina hikûmetê nherazî ne û bi vî awayî jî wê beşdarî hikûmeta wî nekin.