El Vatan: Di hevdîtinên Tirkiye û Sûriyeyê de li ser mijarên girîng lihevkirinek pêk hatiye!
PeyamaKurd – Rojnameya El Vatan a girêdayî rejîma Sûriyeyê îdia kir, di hevdîtinên Tirkiye û Sûriyeyê de li ser mijarên girîng lihevkirinek pêk hatiye.
El Vatan di derbarê civîna sêalî ya li Moskowayê de îdiayeke balkêş dike, îdia kir, Tirkiye li ser vekişîna hêzên xwe ji Sûriyeyê li hev kiriye.
Li aliyê din hat diyarkirin, li ser vekirina rêya bejahî ya M4 jî lihevkirin çêbûye.
Herwiha hat eşkerekirin, di hevdîtinê de derbarê metirsiya PKKê ya li ser Tirkiye û Sûriyeyê de biryareke hevpar derketiye holê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin, ji bo cîbicîkirin û çavdêriya peymana navborî komîsyonek taybet hatiye avakirin û komîsyon ji bo hevahengiya zêdetir wê hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin