El Heyderî: Hesda Seibî bi alîkariya Îranê hat avakirin

08 rêbendan 2019 19:47
El Heyderî: Hesda Seibî bi alîkariya Îranê hat avakirin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Heşda Şeibî di karûbarên kulturî de, Haşim El Heyderî mikur hat ku Heşda Şeibî ji aliyê Îranê ve hatiye avakirin.

El Heyderî li zankoya bajarê Hemedan yê Îranê di axaftineke xwe de got ku DAIŞê dixwest piştî Mûsilê berê xwe bide Samerayê û ji ber wê yekê jî bi alîkariya Îranê Heşda Şeibî li dijî DAIŞê hat avakirin.

Berpirsê Heşda Şeibî got, eger Îran derbasî Sûriyê nebûya wê DAIŞê êrîşî Îranê bikira û şer li Îranê belav bûya.

El Heyderî herwiha got ku baweriya DAIŞê bi cografiya siyasî nîne û loma jî ew dixwazin “dewleta îslamî” li Iraq û Şamê ava bikin.