Bizava Bedir a Hesda Seibî ji bo Îranê gef li Amerîka xwar
PeyamaKurd – Yek ji rêberên Bizava Bedir a Iraqê ku girêdayî Heşda Şeibî ye, Kerîm Alewî ragihand ku heger Amerîk êrîşî Îranê bike, ew ê jî baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê bidin.
Bizava Bedir ku yek ji hêza herî mezin a nav Heşda Şeibî ye û di parlamentoya Iraqê de jî cî digire, li ser mijara destwerdaneke leşkerî ya Amerîkayê bi ser Îranê de, gefan li Amerîkayê dixwe ku dê hêzên wan ên li Iraqê bikin armanc.
Alewî gotiye, heger Amerîka êrîşî Îranê bike, dê baregeh û biryargehên wan ên leşkerî ne di ewlehiyê de bin û ev jî wateya ku dê leşkerên Iraqê bi leşkerên terorîst ên Amerîkayê re şer bikin û dê dewleta Iraqê jî nikaribe bibe asteng ji vî şerî re.
Rêxistina Bedir ku sala1983yan hatiye damezrandin, bi qasî 20 hezar milîsên wê yên çekdar hene û Îran piştgiriya wê dike.
Niha bi navê Lîwaya Bedir û Bizava Bedir li Iraqê çalak e û wek partiyeke siyasî jî Hadî el Amirî seroktiya wê dike ku di parlamena Iraqê de jî cî distîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin