El-Ereb: Tirkiye û Qeter ji bo bikaranîna Îxwana Yemenê ketin tevgerê

25 mijdar 2020 00:48
El-Ereb: Tirkiye û Qeter ji bo bikaranîna Îxwana Yemenê ketin tevgerê

PeyamaKurd –Tevgera Îxwan El-Muslimîn a Yemenê ku li dijî Îranê piştgiriya Siûdî distîne, dest bi amadekariyên tevgereke nû dike ku ji Tirkiye û Qeterê piştgiriyê bistîne.

Li gorî rojnameya El-Ereb dispêre dezgehên ragihandinê yên girêdayî koma Îxwan El-Muslimîn, rayedarê payebilind yê Partiya Islah ya Yemenê Ebdullmecîd El-Zindanî ji Siûdiyê derbasî Tirkiyê bûye û çav li rê ye El-Zindanî bi Tirkiyê re bikeve nav danûstandinê ji bo tevgereke nû li Yemenê piştevaniyê bistîne.

Herwiha li gorî çavkaniyên rojnameyê Qeter û Tirkye wê li ser dosyaya Yemenê bikevin nav hewldaneke nû daku endamên Îxwanê li Yemenê li gorî berjwendiyên xwe bi kar bînin.

Çavkaniyên nêzî El-Zindanî diyar kirine ku Qeter ji wî re li taxeke Stenbolê ya Tirkiyê cihek peyda kiriye û di demeke nêzîk de jî dê wî derxin ser televîzyona El-Cezîre ya Qeterî ku dibe di hevpeyvînê de dijatiya rola Hevpeymana Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike bike.