“Ehmedê Kurd" ê Enqereyê jiyana xwe ji dest da

04 nîsan 2026 21:12

Ahmet Turgut, ku wekî “Ehmedê Kurd" dihat nasîn û yek ji kesayetiyên pêşeng ên kar û barên îllegal ê li Enqereyê bû wefat kir.

“Ehmedê Kurd" ê Enqereyê jiyana xwe ji dest da

RûpelNews - Ozdemîr Turgut, kurê Ahmet Turgut û şaredarê berê yê Haymanayê, mirina bavê xwe li ser medyaya civakî ragihand.

Turgut got: “Bavê me, Ahmet Turgut (Ehmedê Kurd) çû ser rehma Xwedê. Cinazeya wî sibê (05.04..2026) piştî nimêja esirê li mizgefta Gulverenê dê bê kirin û li Goristana Cebecî Asrî dê bê veşartin.