Ehmed Sera: Em bi HSDê re gotûbêjê dikin, wê tevlî Wezareta Berevaniyê bibin
PeyamaKurd – Rêberê HTŞê û Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera, di hevpeyvîna ligel Al Arabiya de got, ew niha bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re di nav gotûbêjan de ne.
Ehmed Şera, herwiha ragihand ku ew dê di Konferansa Dîyaloga Niştimanî de hilweşandina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ragihînin.
Şera da zanîn ku lidarxistina hilbijartinan li Sûriyê wê heta 4 salan bidome ku ji bo hilbijartineke rewa pêwîstî bi serjimariya giştî heye û encex di nav demê de bingeha wê bê çêkirin.
Ehmed Şera daye zanîn ku ew niha bi HSDê re gotûbêjê li ser çareserkirina pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û got, “-Wê li Sûriyê parçebûn û federalîzm çênebe. -Em li ser krîza bakurê rojhilatê civaka Sûriyê gotûbêjê dikin. Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne. -Wê Wezareta Berevaniya Sûriyê, hêzên Kurd bigire nav xwe. – Destûr bo hebûna PKKê li ser axa Sûriyê nayê dayîn.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin