Efserekî Alman ji ber ji Rûsyayê re sîxuriyê kiriye hate cezakirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Almanyayê Efserekî artêşa Almanyayê, ji ber ji Rûsyayê re sîxurî kiriye, ji aliyê dadgeha vî welatî ve bi 3,5 salan cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Efserê ku hate diyarkirin navê wî ‘Thomas H’ ye û wek efserê tedarekê di artêşa Almanyayê de erka xwe pêk tîne, di dema serbaziya xwe de bi rêya Balyozxaneya Rûsyayê ya li Berlînê, ragihandina agahiyên leşkerî yên nepen yên Almanyayê radestî Rûsyayê kiriye, hate tawanbarkirin.
Hate angaştin ku leşkerê ku di Tebaxa 2023an de li bajarê Koblenzê ji aliyê hêzên polêsan ve hatiye girtin, wêneyên pergalên perwerdehiya cebilxaneyê û teknolojiya frokeyan daye berpirsên mîsyona Rûs.
Efserê Alman duh derkete pêşberî dadgerê Dadgeha Dusseldorfê û li xwe mikur hat ku wî agahiyan arasteyî Rûsyayê kiriye.
Efserê 54 salî got: “Min bêhişiyekê kir û ez ji kirinên xwe poşman im. Ev xeletiya herî mezin e ku min di jiyana xwe de kiriye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin