Efrînê 150 sivîl sehîd bûne
03 sibat 2018 20:22
Hevseroka civata tendirustiya Herêma Efrînê Engêla Reşo, derbarê amarên qurbaniyên 14 rojên derbasbûyî yên şer li bajarê Efrînê eşkere kir, ku bi sedema bordûman û êrîşên Tirkiyê, 150 sivîl şehîd bûne û nêzîkî 300 kesên din jî birîndar bûne.
Engêla Reşo tekez jî ku firokeyên cengî yên Tirkiyê û topên wê, xelkê sivîl bordûman dikin.
Reşo daxwaz ji rêxistiyên navdewletî kir, ku serdana Efrînê bikin daku rewşa xelkê wî bajarî ji nêzîk ve bibînin û got: "Piraniya kesên bûne qurbanî, jin û zarok in".
Operasyona artêşa Tirkiyê ya bi navê (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê, ket roja xwe ya 14an de û heya niha, artêşa Tirkiyê ti pêşveçûneke berbiçav tomar nekiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin