Dîndar Zebarî bîlançoya êrîsên 25 salan ên ji ber hebûna PKKê eskere kir: 28 sivîl sehîd bûne...

10 mijdar 2020 19:50
Dîndar Zebarî bîlançoya êrîsên 25 salan ên ji ber hebûna PKKê eskere kir: 28 sivîl sehîd bûne...

PeyamaKurd – Berpirsê Şêwirmendiya Navdewletî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî ragihand, ji sala 1995an heta niha 28 welatiyên sivîl li navçeyên sînorî ji ber şerê PKKê û bombebarana û topbarana Tirkiyê  şehîd bûne û tenê li devera Şeladizê 85 gund ji ber hebûna PKKê hatine valakirin.

Dîndar Zebarî îro Sêşemê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Ji destpêka îsal û heta niha, hêzên esmanî yên Tirkiyê 272 caran êrîşî navçeyên sînorî kirine. Herwiha 185 caran ji aliyê Tirkiye û Îranê ve hatine topbarankirin.”

Dîndar Zêbarî da zanîn: “Ji sala 1995an û heta niha, 28 welatiyên sivîl di encama bombebaran û topbarana navçeyên sînorî şehîd bûne. Tenê îsal, 5 kes şehîd bûne û 10 kesên din jî birîndar bûne.”

Zebarî got: "Di meha Tîrmeha îsal de balafirên şer ên artêşa Tirkiyê zêdetirî 33 caran devera Bahdînan bombebaran kir. Topxaneyên Tirkiyê jî 20 caran ev dever topbaran kir. Hin caran jî bi çekên sivik jî teqe kiriye. Herwiha Îranê jî navçeyên sînorî topbaran kirin."

Dîndar Zêbarî diyar kir: “Ji ber hebûna PKKê, ji sala 1995an û vir ve, 85 gund li derdora Şeladizê vala bûne û qedexe ye ku xelkê van gundan vegere gundên xwe. Herwiha 169 gundên din jî li navçeya Amêdiyê ji aliyê PKKê ve hatine qedexekirin û nahêlin xelkê wan gundan ji bo çandinî û ajeldariyê vegere gundên xwe. Ev jî cihê dilgiraniya xelkê me ye. Xelkê wan gundan ji salên heştêyî yên sedsala borî ve bi sedema rêjîma Beas koçber bûbûn, niha careke din jî bi sedema PKKê koçber bûne.”

 Zebarî got, ev yek ji bo gel mijara xemginiyê ye û em jî gelê van gundên ku di salên 1980î de ji aliyê rejîma Beasê ve hatine koçberkirin, niha careke din hatine koçberkirin.