'DYA operasyoneke bejayî li Îranê plan dike; Bi hezaran piyade gihîştine herêmê'
Pentagon ji bo operasyoneke bejayî ya li Îranê ku dibe hefteyan bidome amadekariyan dike. CENTCOMê jî ragihand ku keştiyeke êrîşê ya amfibî ya mezin a ku bi hezaran piyadeyên deryayî hildigire, gihîştiye herêmê.
RûpelNews - Li gorî raporeke Washington Postê, ku îşaret bi rayedarên payebilind ên nenas dike, Wezareta Parastinê ya DYA'yê (Pentagon) li ser operasyoneke bejayî ya stratejîk li Îranê dixebite ku dibe hefteyan bidome. Tê îdiakirin ku, eger Serokê DYA'yê Donald Trump erêkirina xwe bide, leşkerên hatine bicihkirin dê li xalên operasyonê yên diyarkirî yên li nav Îranê bi cih bibin.
Qonaxeke Xeternaktir a Şer: Operasyonên Armanckirî
Rayedar destnîşan dikin ku ev qonaxa plankirî dê ji çar hefteyên pêşîn ên şer pir xeternaktir be. Tê ragihandin ku operasyon dê nebe dagirkirineke berfireh, lê dê ji 'operasyonên armanckirî' pêk were ku ji aliyê hêzên Operasyonên Taybet û yekîneyên konvansiyonel ve bi koordînasyonê tên meşandin. Hişyariyek hatiye dayîn ku ev qonaxa nû gefên cidî li ser hêzên Amerîkî çêdike, wek; êrîşên dronan, sîstemên moşekan û teqemeniyên destçêkirî.
Armanca Stratejîk: Girava Hark û Tengava Hormuzê
Di nav armancên sereke yên plana operasyona bejayî de, desteserkirina Girava Harkê, ku navenda herî girîng a Îranê ya hinardekirina petrolê li Kendava Persê ye, heye. Wekî din, îmhakirina sîstemên çekan ên Îranî yên li derdora Kendava Hormuzê bicihkirî, ku dikarin keştiyan bikin hedef, jî wekî armanceke stratejîk tê dîtin.
USS Tripoli û 3,500 Leşker Gihîştin Herêmê
Pêngaveke berbiçav a ku îdiayên operasyoneke bejayî piştgirî dike, ji Fermandariya Navendî ya DYA'yê (CENTCOM) jî hat avêtin. Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê X'ê yê CENTCOM'ê hat weşandin de, hat ragihandin ku ji 27'ê Adarê ve, keştiya êrîşê ya amfibî USS Tripoli (LHA 7) gihîştiye herêma berpirsiyariyê ya Fermandariya Navendî ya DYA'yê. Hat piştrastkirin ku, li gel keştiyê, nêzîkî 3,500 peyadeyên deryayî her wiha firokeyên veguhestinê, firokeyên êrîşê, wesayîtên êrîşê yên amfibî û gelek cebilxaneyên taktîkî, ji bo herêmê hatine bicihkirin.
