DYA: Me rê li ber 62 keştiyan girt

09 gulan 2026 20:08

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku, wekî beşek ji dorpêça deryayî ya Hêzên Deryayî yên DYAyê ya li dijî Îranê, heta niha rê li ber 58 keştiyên bazirganî girtine û çar keştî ji kar xistine.

DYA: Me rê li ber 62 keştiyan girt

RûpelNews - CENTCOMê di daxuyaniyekê de diyar kir ku dorpêça deryayî ya DYAyê ya li dijî Îranê bi hêza xwe ya tam berdewam dike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji îro ve, hêzên CENTCOMê ji 13ê Nîsanê ve 58 keştiyên bazirganî ber bi rêyên cuda ve zivirandine û 4 keştiyên din jî ji kar xistine, bi mebesta ku rê li ber ketin û derketina benderên Îranê bigirin."

Hêzên Deryayî yên DYAyê di 13ê Nîsanê de, piştî têkçûna gera yekem a danûstandinên di navbera Îran û Pakistanê de, Tengava Hurmuzê xistibû bin dorpêçê de, da ku çûnûhatina ber bi benderên Îranê ve rawestîne.