DYA çekên nû frot Îsraîlê: Mafê Îsraîlê yê xweparastinê heye
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di derbarê pesendkirina şandina frokeyên şer û bombeyên şopdozîn a ji Îsraîlê re de destnîşan kir ku “Mafê Îsraîlê ye ku xwe biparêze heye.” Wezaretê di derbarê dema pesendkirinê de jî diyar kir ku niyeteke DYAyê ya ji bo demeke destnîşankirî tune ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên di derbarê pesendkirina firotina frokeyên şer ên nû û bombeyên şopdozîn a ji Îsraîlê re de bersivand.
Miller destnîşan kir ku DYA wek hêmaneke bingehîn piştgiriya ewlehiya Îsraîlê dike û ew ê di vê babetê de domdar be û got: "Li gel salane 3,3 milyar dolar alîkariya leşkerî DYA, ji berê ve gellek çek û cebilxane dane Îsraîlê."
Miller diyar kir ku pesendkirina firotina bombeyên şopdozîn û frokeyên F-35 û MK-84 û MK-82 yên mijara gotinê ji berê ve hatine kirin û ji ber ku ev agahdarî beriya niha hatibû kirin, ew ne mecbûr bûn ku ji Kongreyê re daxuyaniyeke cuda bidin.
Miller, destnîşan kir ku ev "pratîkek rûtîn e hîç eleqeya wê bi hêrişên li Xezeyê re tune ye.
Li ser pirsa "Gelo tesaduf e ku pesendkirina firotina van çekan di demeke ku Îsraîl li Xezzeyê operasyonan pêk tîne de hate kirin?" Miller wiha bersiv da, "Ez nabêjim tesaduf e. Îsraîl niha di nav pevçûneke leşkerî ya aktîf de ye, di demeke wiha de hûn xwe neparêzin, hûn ê xwe tine bikin."
Berdevkê Wezaretê bersiva pirsên "Gelo di demeke nêzîk de ji Îsraîlê daxwaza kirîna çekên nû hatiye kirin an na?" û "Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di serdana xwe ya dawî ya Washingtonê de daxwaza çekên nû kiriye yan na? neda û got "Ez ê van pirsan nenirxînim."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin