DYA: Bêaramiya Iraqê rê li gesedana aborî digire

21 hezîran 2024 18:16
DYA: Bêaramiya Iraqê rê li gesedana aborî digire

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Bazirganiyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Arun Venkataraman got ku bêaramî û pirsgirêkên ewlehî yên li Iraqê bandoreke neyînî li ser geşedana wê ya aborî dike.

Cîgirê Wezîrê Bazirganiyê yê DYAyê Arun Venkataraman, di derbarê hêrişên komên ku li paytexta Iraq Bexdayê li dijî markayên DYAyê çalakiyan dikin de ji K24ê re axivî.

Venkataraman destnîşan kir ku bêaramî û nebûna ewlehiyeke baş li Iraqê bandoreke neyînî li ser geşedana aborî dike û got:

“Em wê plansaziyê dikin ku bi rayedarên Iraqê re li ser van mijaran nîqaşan bikin da ku li hemberî hêrişên li ser markayên DYAyê bisekinin û geşbûna aboriya Iraqê biparêzin.”

Cîgirê Wezîr di derbarê pêwendiyên dîplomatîk ên nav rayedarên DYA û Iraqê de jî got: “Rayedarên Wezareta Derve ya DYA, bi ser Balyozxaneya DYA ya Iraqê, li gel rayedarên Iraqî di pêwendîyên nêzîk de ne û hewl didin pirsgirêkên ewlehiyê yên di derbarê mijara markayên DYAyê de çareser bikin.”