Duhok | Ciwanên serkeftiyên Kîkboksê xelata rêzgirtinê wergirtin

07 îlon 2021 23:27
Duhok | Ciwanên serkeftiyên Kîkboksê xelata rêzgirtinê wergirtin

PeyamaKurd - Hejmarek lîstikvanên ciwan ên keç û kur ku hefteya borî beşdarî pêşbirkên welatên erebî yên kîckboksê ya li Duhokê bûn û serkeftin bi dest xistin, îro Sêşemê hatin xelatkirin.

Berpirsê navenda bilind a Duhokê ya Yekitiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê Rêdîr Hecî di merasîma xelatdayînê de got: “Em her demê piştevanê ciwanan e. Ji ber her welatekî eger xwedî bingeheke bihêz be, dê ciwan serkeftî bin û em dilxweşin li Duhokê hejmareke baş a ciwanên xwedî şiyan hene. Di demên borî de hejmareke ciwanan beşdarî li qehremaniya welatên erebî ya lîstokên kîckbokê kiribûn, ku ew pêşbirk li Duhokê pêk hatibû. Îro jî me rêzgirtin pêşkeşî hejmarek ji wan lîstikvanan kir ku karîbûn pileyên baş bidest bixin.”

Rêdîr Hecî diyar kir: “Em li ser vê piştevaniyê berdewam in û eger ew pêwîst bibînin ji bo her pêşbirkeke navxwe û derve, tişta di şiyana me de be em ê pêşkeşî wan bikin.”