Duhok | Bi mosekên katyûsa êrîsî baregeha artêsa Tirk kirin
04 nîsan 2022 02:34
PeyamaKurd - Baregeha Tirkiyê ya li nêzîkî nehiyeya Zêlkan a qezaya Şêxanê rastî êrîşeke moşekî hat.
Hat ragihandin ku îşev 3yê Nîsanê bi moşekên Katyuşa baregeha artêşa Tirkiyê ya li Zêlkanê hat armanckirin.
Rêveberê Nehiyeya Zêlkanê Mihemed Emîn ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku êrîş li demjimêr 20:00 li dijî baregeha Gudad li Zêlkanê pêk hatiye û 7 moşek li derdora baregehê ketine.
Hat diyarkirin ku moşek li cihên vala ketine û ti zirareke canî û madî çênebûye.
Baregeha Gudad a artêşa Tirkiyê dikeve sînorê qezaya Şêxanê ya parêzgeha Duhokê û bakurê çiyayê Başîkê.
Beriya niha jî çend caran baregehên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên moşekî hatibûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê hat kirin
02 rbn 2025
Jiyan
Iraq | Bi katyûsayan êrîsî baregeha hêzên Amerîkî kirin
24 gln 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin