Du kelekên koçberan li hev ketin û di encamê de 7 kes xeniqîn

02 berfanbar 2021 17:07
Du kelekên koçberan li hev ketin û di encamê de 7 kes xeniqîn

PeyamaKurd – Du kelekên koçberan ên ku ber bi giravên Turcas û Caicos ên li Derya Karayip ve diçûn li hev ketin û di encamê de 7 kes xeniqîn.

Li gor çapemeniya herêmê belav kir, li bakurê rojavayê giravên Turcas û Caicos nêzîk girava Providenciales, du kelekan bi tundî li hev dan û ji ber bandora lihevdanê noqî avê bûn.

Rayedaran diyar kir, 64 koçberên ku ketin behrê piraniya wan hatin rizgarkirin, lê 7 kes xeniqîn û can dan.

Hat eşkerekirin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û ew koçberana xelkê Haitî bûne.

16 koçberên ku xwestine birevin jî ji aliyê polîs ve hatine girtin.