Rapirsiya gera duyem: Encamên balkês derketin holê!
PeyamaKurd- Kompaniya Lêkolîna Aksoyê, encamên Lêkolîna Hefteya 15an a 2023yan ji bo raya giştî ya bakur û Tirkiyeyê parve kirin. Li gorî encamên lêkolînê, rêjeya dengên AK Partî û CHPê, hema hema wekî hev e û di vê çarçoveyê de tabloya gera duyem jî eşkere bûye.
Li gorî rapirsiya ku li ser Hilbijartinên Giştî yên Tirkiyeyê li 26 parêzgehan bi 1067 beşdaran hatiye kirin, rêjeyên giştî hatin parvekirin.
Li ser pirsa, “Heger dawiya vê hefteyê hilbijartin çêbibin, hûn ê dengên xwe bidin kê?" ev encam derketin holê:
AK Partî: Ji % 31,1
CHP: Ji % 30,6
ÎYÎ Partî: Ji % 11,4
HDP: Ji % 10,5
MHP: Ji % 7,5
TÎP: Ji % 2,5
Yên din: ji % 6,4
Di rapirsiyê de ji bilî rêjeya dengên partiyan, rêjeya dengên namzedên serokomariyê jî hatin eşkerekirin.
Tabloya ku dê di gera yekem de bi beşdariya 4 namzedan were çêkirin wiha ye:
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 47,9
Recep Tayip Erdogan: Ji % 38,4
Muharem Înce: Ji % 9
Sînan Ogan: Ji % 4,8
Li gorî rapirsiya hat kirin, heger hilbijartin derbasî gera duyem bibe, dê rêjeya dengan wiha be:
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 57,4
Recep Tayip Erdogan: Ji % 42,6

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin