DSG û Hêzên Hevpeymaniyê, tetbîqata gulebarana zindî kir

22 sibat 2023 20:30
DSG û Hêzên Hevpeymaniyê, tetbîqata gulebarana zindî kir

PeyamaKurd- Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li Dijî IŞÎDê û Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew li baregeha Koalîsyonê ya li Taxa Guweyran a bajarê Hesekê, ji bo zêdekirina amadekariyên şer a rûbirûbûna êrîşên çaverêkirî, tetbîqata gulebarana zindî dikin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Rewangeha Suriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ve hatin ragihandin, Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî IŞÎDê û Hêzên Suriyeya Demokratîk, li baregeha Koalîsyonê ya li taxa Guweyran a bajarê Hesekê tetbîqata gulebarana zindî kiriye û bal hat kişandin ku ev tetbîqat kêmî 48 saetan piştî êrîşên moşekî yên nenas ên li ser baregehên Koalîsyonê yên li qada petrolê ya El Omer û qada gazê ya Konîko hatiye kirin.

Di 18ê Sibatê de pêgehên Hevpeymaniya Navdewletî li 2 baregehan li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê bûbûn armanca êrîşên moşekî yên çavkaniyên wan ne diyar.

Hatibû ragihandin ku moşekan xalên girîng 2 baregehên li qada El Omer û qadeke helîkopterê kiribûn armanc lê di derbarê ziyanên canî de agahî nehatibûn dayîn.

Li gorî çavkaniyên Çavdêriyê, dibe ku wan êrîşên moşekî, ji aliyê milîsên bi piştgiriya Îranê ve hatibin kirin.