Dr. Siware: Dê di payizê de pêlek din ya Korona li Herêma Kurdistanê dest pê bike
PeyamaKurd – Li gor berpirsê nexweşxaneya bajarê Ranya yê Herêma Kurdistanê, di payîzê de pêleka din ya Koronayê dê li Herêma Kurdistanê vegere, ji ber vê divê welatî zêdetir hay ji xwe hebin.
Berpirsê nexweşxaneya giştî ya Ranya, Dr. Elî Siware li ser rewşa Koronayê li Herêma Kurdistanê diyar kir, rêjeya pêketiyên Koronayê li devera Raperînê gihiştiye asta herî bilind û roj bi roj jî zêde dibe.
Herwiha Dr. Elî Siware got, xizmetguzariyên tenduristiyê li devera wan gelekî xirab in. Ji ber wê jî nexweşên Koronayê bi neçarî berê xwe didin norîgehên taybet.
Berpirsê nexweşxaneya giştî ya Ranya daye zanîn, li devera Raperîn tenê yek nexweşxaneya taybet heye jî tenê bo neştergeriyê ye. Ji ber wê jî heta niha nexweşên Koronayê li nexweşxaneyên taybet de nehatine razandin. Li devera Raperîn du nexweşxaneyên taybet bo Koronayê hene ku yek li Ranya ye û ya din jî li Qeladizê ye.
Bi gotina Dr. Elî Siware, Bexda lîstikek kirêt bi Herêma Kurdistanê re dilîze, ji ber wê jî piraniya nojdaran ji ber nedana mûçe, dewam baykot kirine.
Berpirsê nexweşxaneya giştî ya Ranya destnîşan kir, heta niha li devera Raperîn 700 kes bi Koronayê ketine û got, ew li bendê ne pêleka din ya Koronayê di payîzê de Herêma Kurdistanê vegere. Ji ber wê jî divê welatî zêdetir şîretên tenduristiyê bicîh bînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin