Dr. Faucî banga eskerekirina raporên Laboratûara Vîrolojî ya Wuhanê kir

05 hezîran 2021 00:00
Dr. Faucî banga eskerekirina raporên Laboratûara Vîrolojî ya Wuhanê kir

PeyamaKurd - Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî ya Amerîkayê Anthony Fauci, bang li xebatkarên laboratuara vîrolojîyê ya Wuhanê ya Çînê kir ku roporên bijîşkî yên laboratûarê de biweşînin ji ber ku li gorî hîn nêrînan vîrusa korona ji wir belav bûye.

Fauci ji Financial Times a Brîtanî re got, “Ez dixwazim tomarên bijîşkîyê yên 3 xebatkarên di 2019an de nexweş ketine bibînim. Bi rastî nexweş ketin? Eger wisa be ew çawa nexweş bûn?”Fauci gotiye, li gor nêrîna wî vîrusa korona di ser xebatkarên laboratuarê re bûye şewbeke cîhanî.

Ji alîyê din ve sazîyên îstixbarata Amerîkî lêkolînên xwe yên ser destpêka vîrusa korona didomînin.

Li gor hin îdiayan, çend xebatkarên laboratuarê berî keysa pêşî ya vîrusa korona bi awayekî giran nexweş ketine ku îstixbarata Amerîkî li ser wan îdiayan jî lêkolînan dike.

Berpirsên Çînê îdiayan red dikin û dibêjin ku vîrusa korona dibe ku berî Wuhanê li herêmên din hatibe dîtin û dibe ku ji derveyî Çînê hatibe.