Dr.Besîr Hedad peyama Serok Barzanî gihande xelkê Besrayê
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê di serdana xwe ya yekem de bo Besrayê ragihand, ku Serok Barzanî û gelê Kurdistanê piştgiriya hemû daxwazên we yên rewa dikin.
Ofîsa ragehandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek belav kir, Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Dr. Beşîr Hedad di serdanekê de ku li gel şanda parlamentoyê bi serokatiya serokê Parlamentoya Iraqê Muhemed Helbûsî bo parêzgeha Besrayê ragihand ku, bi hewla xêrxwaz û dilsozan Besra vedigere rewşa xwe ya berê.
Ji ber nebûna ava vexwarinê, xizmetgûzariyan û gendeliyê welatiyên Besrayê ji destpêka meha Tîrmeha borî de li dijî hikûmeta Heyder Ebadî derketin xwepêşandanan.
Bo çareserkirina pirsgirêkên wê parêzgehê şandek ji Parlamentoya Iraqê serdana wî bajarî kir û li pêş encûmena parêzgehê, parêzgar, stafa îdarî û çendîn kesayetiyên din Dr.Beşîr Hedad ragihand ku, Serok Barzanî, Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê piştgiriya daxwazên we yên rewa dikin.
Herwiha tekez kir, malên herêma Kurdistanê bo xelkê Besrayê vekirîne û Parlamentoya Iraqê li ser çareserkirina pirsgirêkên we bi rijd e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin