Doza sereke ya Demirtas bo meha gulanê hat pasxistin

09 rêbendan 2020 21:06
Doza sereke ya Demirtas bo meha gulanê hat pasxistin

PeyamaKurd – Dadgehê danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş taloqî meha gulanê kir. Heyeta dadgehê xwest belge û ewraqên têkildarî lêpirsîn û girtina Demîrtaş radestî wan bê kirin.

Dadgehkirina Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji doza xwe ya sereke ji derve tê darizandin, di roja sêyemîn de berdewam kir.

Demirtaş di roja sêyemîn a danişînê de, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi rêya SEGBIS ji girtîgeha Edîrneyê beşdarî rûniştina dadgehê nebû.

Heyeta 19emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncan a Enqerê ye, piştî parastin û daxwazên parêzeran navber da danişînê û paşê doz taloqî 27-28ê Gulan a 2020an kir.

Heyeta dadgehê xwest ku belge û ewraqên têkildarî lêpirsîn û girtina Demîrtaş jî radestî wan bên kirin. 

Demirtaş doh 8ê Çile di roja duyem a rûniştina dadgehê de behsa bûyerên şerê xendekan ên li Cizîrê kiribû û gotibû, ji ber xemsariya hikûmet û rayedarên dewletê sala 2015an li Cizîrê di bodrûman de komkujiyeke hovane hatiye kirin.‎

Demirtaş, Dozgerê Giştî jî rexne kir, ji ber ku tohmetên bê bingeh jê re çêkirine û bi vê jî destûr binpê ‎kiriye ku diviyabû li şûna wî desthilatdarên Tirkiyê bihatana dadgehîkirin û navê ‎Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu da ku di dema bûyeran de hemû desthilat di destê wan de bû.‎