Demirtas îro ji doza xwe ya sereke tê darizandin

07 rêbendan 2020 17:58
Demirtas îro ji doza xwe ya sereke tê darizandin

PeyamaKurd - Doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş a ku jê hatiye berdan, îro li 19emîn ‎Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê tê dîtin. Tê çaverêkirin ku  Demirtaş bi rêya pergala SEGBÎSê beşdarî ‎dozê bibe. ‎

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HDPê ragihandiye, civîna dadgehê saet 10:00 li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê û li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.

HDPê daye xuyakirin, ku rûniştina vê carê ya dadgehê dê 3 rojan bidome. Tê çaverêkirin ku  Demirtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, ‎bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bibe. ‎

Li gor daxuyaniya HDPê, Cîgirê Serokê Partiya HDPê li parlamentoya Tirkiyê Mithat Sancar û parlamenterên wê partiyê Mehmet Ruştu Tiryaki, Zuleyha Gulum, Murat Çepnî û Zeynel Ozel tevî hejmarek rêveber û rayedarên  partiyê civîna îro ya dadgehê dişopînin.

Di dozê de, ji  Demirtaş re bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê” û “Pesnê tawan û tawanbar daye” ‎‎142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Doza ku li Amedê hatibû vekirin, bi hinceta “Ewlekariyê” bo Enqerê ‎hatiye veguhestin. ‎

 Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve ji ber vê dozê girtiye û di danişîna 2ê Îlona 2019an de, derbarê wî de ‎biryara berdanê hat dayîn. Lê  Demirtaş nehat bedan û hê jî girtî ye.‎