Diyarbekir I Cihê ku ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye terxankirin bi têlan hat pêçan
25 sibat 2022 19:31
PeyamaKurd – Parêzger û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbikirê demek berê biryar dabû li devera Çiyayê Kirklar a navçeya Sûriyê bi navê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî daristanekê deyne.
Şaredariya Diyarbekirê ya di destê qeyûm de ye, ew cihê ku ji bo “Daristana Bîranînê ya Bahçelî” hatiye terxankirin, ligel hemû nerazîbûn û bertekên gel û aliyên siyasî yên Kurd bi têlan pêça.
Hat zanîn ku bi têlkirina wî cihê ku ji bo daristana Bahçelî hatiye veqetandin re parêzgariya Diyarbekirê di demeke nêzîk de dest bi xebatên çandina daristanê dike û nerazîbûnên xelkê Diyarbekirê jî piştguh dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Kovara Time Diyarbekir xist nav 100 cihên herî pêsîn ên cîhanê
26 trm 2024
Rojhilata Navîn
Bakirhan: Tirkî zimanê fermî ye, ev ne cihê nîqaşê ye
05 sbt 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin