Dîroka Lûtkeya Petrolê ya G7ê, hat eskerekirin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Koşka Spî ya Amerîkayê ve dîroka Lûtkeya Petrolê ya G7ê, hat eşkerekirin. Li gorî daxuyaniya hat dayîn, lûtke sibê dest pê dike.
Dîrektorê Ragihandin û Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Stratejîk John Kirby, di ser Zoomê re agahiya li ser lûtkeya petrolê ya ku raya giştî ya cîhanê li benda encamê ye, axivî. Kirby ragihand ku dê sibê (02.09.2023) wezîrên darayî yên welatên G7ê li hev bicivin û dê di derbarê buhayê petrola Rusyayê de nirxandinên pêwîst bikin.
John Kirby, di axaftina xwe de Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin bi bikaranîna petrolê ya wekî çek tawanbar kir û raporta ku tevî dorpêçên hatibûn kirin, dahata petrola Rusyayê ji %40 zêde bûye, nirxand.
Kirby got, “Dema wezîrên darayî roja înê bicivin, ew ê buhayê herî zêde ango buhayê sînor ê ji bo petrola Rus, binirxînin.”
John Kirbiy di dewama axaftina xwe de bal kişand ser lêgerîna Ewropayê ya ji bo enerjiyê û got, “Amerîka, di derbarê zêdekirina hilberîna petrolê ya ji bo Ewropayê de lêgerînên xwe berdewam dike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin