Dîplomatê Îsraîlê: “Tirkiye dikare dest deyne ser kestiyên me”
PeyamaKurd- Rêvebirê berê yê komîsyona atomê yê Îsraîlê behsa bandorên jeopolîtîk yên peymana navbera Tirkiyê û Lîbyayê kir û hişyariyê da hukumeta Îsraîlê. Shaul Chorev ragihand ku Tirkiyê dikare rê li ber Îsraîlê di behrê de bigre û keştiyên ku diçin, dikare wan bide rawestandin û di wan de lêpirsînê bike.
Shaul Chorev got ku di herêma destnîşankirî de Tirkiye dikare şiyanên li jorê bike. Bo birin û anîna malên bazirganî an yên din Derya Sipî heyatiye û ev peyman bo Îsraîlê nayê qebûlkirin.
Chorev got ku Tirkiye pêşî li keştiya Îsraîlê girtiye.Tirkiye gotibû ku keştiya Îsraîlê di nav ava Tirkiyê de ye û xwestiye ku ji herêmê derê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin