Dilsad Seîd ‘Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah’ wergirt
02 cotmeh 2022 15:33
PeyamaKurd - Hunermend û mûzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd hêjayî xelata îsal ya hunermendên Efrînî yên dengbêjiyê Cemîl Horo û Bavê Selah hat dîtin.
Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah li bajarê Almanya Bonnê bi merasîmekê bo Dilşad Seîd ji destê romanivîsê Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ve hat pêşkeşkirin.
Ev xelat cara duyem e ku tê dayîn û xelata yekem jî a Cemîl Horo û Bavê Selah, hunermendê Kurd Nizamettin Ariç wergirtibû.
Herdu hunermendên Kurd ên niştimanperwer Cemîl Horo sala 1989an, Bavê Selah jî sala 2014an koça dawî kiribûn û gelek berhem li pey xwe hiştibûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn
Navenda Hunerî ya Mamlê ‘Xelata Salê ya 2021ê’ dide Dilsad Seîd
15 rbn 2021
Magazîn
Ji Dilsad Seîd bangewaziya Efrînê
24 sbt 2023
Cîhan
Dilsad Seîd notayên ‘Ey Reqîb’ bo orkestrayên cîhanî tomar kir
22 rbn 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin