Dijîterora Kurdistanê li ser terorîstê li Hewlêrê hatibû girtin daxuyaniyek da
PeyamaKurd – Derbarê terorîstê ku çend roj berê li Hewlêrê hatibû girtin de, Dezgeha Dijîterora Kurdistanê daxuyanî da û got, ew terorîstê li Hewlêrê hatibû girtin, teslîmî berpirsên Iraqî hat kirin.
Li ser girtin û radestkirina wî terorîstê DAIŞê ku çend roj berê li Hewlêrê hatibû girtin, Rêveberiya giştî ya dezgeha Dijîterora Kurdistanê, zelalkirinek belav kir.
Di daxuyaniya Dijîterorê de hatiye ragihandin:
“Van rojan nûçeyek ji aliyê hinek dezgehên medyayî ve hatiye belavkirin ku qaşo dezgehên ewlehiyê yên Iraqê terorîstekî DAIŞê li Hewlêrê girtine. Ew nûçe û agahî derew in û rast nînin.
Ji ber wê jî em li vir rastiya wê yekê ji xelkê Herêma Kurdistanê re dibêjin;
Roja 9 Kanûna sala 2020 di operasiyonekê de li nav bajarê Hewlêrê, terorîstekî DAIŞê bi navê Beşar Mistefa Hafiz Ednan El Uweysî ji aliyê hêzên me ve hat girtin. Wî terorîstî çendîn çalakiyên terorîstî li nav bajarê Bexdayê kiribû. Çimkî wî terorîstî li Bexdayê çalakiyên terorîstî kiribû û dezgehên ewlehiyê yên Bexdayê jî bi fermî daxwaz ji me kiribûn em wî teslîmî wan bikin. Daxwaza fermî ya Bexdayê roja 24 Sibata 2021 gihîşt destê me û me jî ew terorîst teslîmî wan kir.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin