Fransa: “Em bi Hukumeta Kurdistanê û xelkê Hewlêrê re ne”
17 sibat 2021 05:49
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê li ser mijara êrîşên ser Hewlêrê peyamekî da û di peyama xwe de got ku ew bi hukumeta Herêma Kurdistanê û bi xelkê Hewlêrê re ne. Wezaret got ku ew êrîşa ser Hewlêrê bi tundî şermezar dikin û ragihand ku di êrîşê de kesekî hatiye kuştin û birîndar hene.
Fransa sersaxiyê bo kesê miriye xwest û bo birîndaran şîfayê xwest. Wezaret her weha ragihand ku temamê endamên di bin sîwana koalîsyonê de ne, di heman fikrê de ne û bang li hukumeta Herêma Kurdistanê kir ku bi Bexdayê re bixebitin da êrîşkeran tesbît bikin û ewlehiya Iraqê temîn bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Koska Elysee: Hukumeta Fransayê hat avakirin
23 brf 2024
Cîhan
WHO sipasiya xwe bo hukumeta Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kir
25 gln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin