Dije Terora Iraqê: 7 DAISî li Basûrê Kurdistanê hatin girtin
24 cotmeh 2022 13:03
PeyamaKurd – Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê diyar kir, 7 kesên ku bi madeya terorê daxwaza girtina wan hebûn, hatin girtin.
Li gor Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, hêzên wan çar terorîst li Başûrê Kurdistanê girtine.
Hat eşkerekirin ku kesên hatin girtin 3 ji wan li Hewlêrê û yek jî li parêzgeha Silêmaniyê bûn.
Di berdewamiyê de hat ragihandin, li Kerkûkê jî serçekdarekî DAIŞê ku bi navê Ebo Hemze dihat naskirin, hat girtin.
Herî dawî hat destnîşankirin, hêzên wan şaneyek din a çekdarên DAIŞê girtine ku çek û amarên teqandinê li gel wan hebûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Dezgeha Dije Terora Iraqê kustina 3 terorîrstên DAISê ragihand
16 hzr 2022
Jiyan
Dije Terora Iraqê: Li Diyale, Kerkûk û Mûsilê 53 DAISî hatin kustin
27 îln 2022
Jiyan
Bexda | Hêzên Dije-Terora Iraqê li Devera Kesk hatin belavkirin
01 rbn 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin