Bexda | Hêzên Dije-Terora Iraqê li Devera Kesk hatin belavkirin
PeyamaKurd – Ji bo rêlibergirtina her cûre êrîşên milîsan li dijî Balyozxaneya Amerîkayê, hêzên Dije-Terora Iraqê li Devera Kesk a Bexdayê hatin belavkirin.
Bi nêzîkbûna salvegera kuştina Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis, endamên Hîzbullaha Iraqê wê li Bexdayê xwepêşandanên serbazî bikin.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê dane zanîn, karwaneke Hîzbullah û Nuceba ber bi Bexdayê ve hatine, da ku beşdarî xwepêşandana serbazî bibin.
Rêberê Hêzên Esayîb Qeys Xez'elî di derbarê vê de destnîşan kiriye; tu planek wan ji bo êrîşkirina ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê tune ye.
Qeys Xez'elî diyar kiriye: “Êrîşkirina ser balyozxaneyê, ji sûdê zêdetir zirar dide.”
Li ser neyartiya kabîneya Mistefa Kazimî jî, Qeys Xez'elî eşkere kiriye: “Em li dijî wê yekê ne ku Kazimî bibe Serokwezîr, ji ber ku nasnameyên wî yên du welatan heye.”
Herwiha di derbarê tolhildanê de jî Xez'elî daye zanîn: “Ez poşmanbûnekê hîs dikim, ji ber ku me dereng bersiva terorkirina serkirdeyên xwe da. Divê bersiva Iraqê ji bo terora wan serkirdeyan, ji bersiva Îranê bihêztir bûye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin