Diçû marketê lê di nava serê sîlihan de ma

15 mijdar 2020 00:04
Diçû marketê lê di nava serê sîlihan de ma

PeyamaKurd – Jina bi navê Sevda Çelik a 47 salî dema li taxa Reza ya Diyarbekirê diçû marketê, di nav 2 grûbên ku bi sîlihan lihev dixistin ma û gule li pişta wê ket. Bûyer li taxa Reza ku niha navçeye, li taxa Mûradiyê çêbû. Du grûbên ku di navbera wan de berê nexweşî hebû, leqayê hev hatin û di serî de niqaşê kirin. Paşî bi sîlihan lihev xistin.

Li ser çûna polîs bo ciyê bûyerê, her dû grûb reviyan û jina birîndar ji aliyê tîmên mudaxeleyê yên tenduristiyê de hat birin bo nexweşxaneya Zankoya Dîcleyê bo tedawiyê.

Polîs bo girtina her dû grûban dest bi operasyonan kir.