Di ser serê koçberan de sîlihan berdan
PeyamaKurd- Koçberên ku Dera ya Sûriyê reviyan û çûn ser sînorê Urdun û Îsraîlê xwestin ku bikevin hundir lê hêzên asayîşê qebûl nekirin.
Koçberên ku li dora 140 hezar kesî ne û li ser sînorê Urdunê ne,bi sedema şertên giran xwestin herin nava Urdunê. Bi sedema ku Urdun nizane din ava koçberan de kî hene an kîjan rêxistin hene nahêle ku kes derbasî nava axa wan bibe.
Rojnama Haaretzê ya Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîl bo koçberan şertên xwe daye pêş. Li gor rojnamê wê Îsraîl alîkariya sîvîlan bike û koçber jî li hemberê Îranê şer bikin. Rojname behsa raya navdewletî jî dike û dibêje Îsraîl li Golanê li ser xetta sînor mayînan daniye û têlên bi elektrîkê rêz kiriye. Îsraîl dixwaze li hinek deveran rê ji koçberan re veke da di raya giştî ya dinyayê de, xwe bide qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin