Dibistanên Efrînê bûne baregehên leskerî
PeyamaKurd - Hejmarek ji dibistanên Efrînê, navçe û gundên wê ji encama bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê hatine wêrankirin, hejmareke din bûne baregehên leşkerî ji artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar re û beşa di kar de ye jî li şûna zimanê Kurdî zimanê Tirkî tê xwendin.
Li gorî nûçeya K24ê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de da zanîn, artêşa Tirkiyê hemû yasa û belgeyên navdewletî binpêkirine û ji bilî siyasetên guhartina demografî, têkdan û wêrankirina cihên dîrokî, şûwarî û olî, dizî û talan û revandina welatiyan û wêrankirina 45 dibistanan, niha beşek ji dibistanên Efrînê kirine baregehên leşkerî, zîndan û cihên îşkencedana welatiyan.
Wê rêxistinê ragihand, artêşa Tirkiyê navên gelek gund, dibistan û avahiyên giştî û yên fermî guhartine û alên Tirkiyê li ser bilind kirine û li şûna zimanê Kurdî, rêbaz û zimanê Tirkî dide xwendin û pesnê dide dagîrkeriya Efrînê.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporta xwe de diyar kir, li navenda bajarê Efrînê artêşa Tirkiyê û çekdaran 12 dibistan û avahiyên girêdayî bi perwerdeyê ve, bi tevahî yan beşek ji wan kirine baregehên leşkerî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin