Hîzbûllahê bi fuzeyan li baregehên leskerî yên ser sînorê Lubnan-Îsraîlê xist
PeyamaKurd – Rêxistina Hîzbûllahê bi fuzeyan li baregehên leşkerî yên ser sînorê Lubnan û Îsraîlê xist. Li gor ragihandina Hîzbûllahê ya di ser Telegramê de hat kirin; Hîzbûllahê bi fuzeyan li 7 baregehên Îsraîlê xistiye.
Di daxwuyaniya Hîzbûllahê de hat gotin ku bu fuzeyên tên kontrol kirin, bi roketên Katyûşa û çekên li gor cîh, li baregehên leşkerî yên er-Rahib, Malikiye û Bağdadiye xistiye.
Paşî wê Hîzbûllahê got ku li alavên leşkerî yên li Tel Karantina, li tanka ku li ser sînor bicîhkirî ya tîpa Merkava xistine û li baregehên leşkerî yên li Abad û Hadab Yarinê bi fuzeyan, roketên Katyuşa û çekên din li wan xistine.
Çend roj berê Hîzbûllahê bi roketê li seha fûtbolê ya li Girên Golanê ya li belda Mecdel Şemsê xistibû û di encamê de 12 kes miribûn û 35 kes birîndar bûbûn. Hîzbûllahê digot ku ew fuzeyê navêtine Golanê û înkar dikir.
Li ser mijarê, Îsraîl ragihand ku wê bersiva wî gelek tund be û heyfê hilîne. Îsraîl dibêje ku fuze ji başûrê Lubnanê ji bajarokê Şebayê avêtine Golanê lê Hîzbûllah jî dibêje ku ji Qubbeyên Hesin fuze avêtine Golanê û dixe stûyê Îsraîlê. Piraniya xelkê li Golanê dijîn xelkê Durzîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin