Di serê hêzên dewletê û serhildêran de 7 hezar dibistan sewitandin

31 tebax 2021 01:05
Di serê hêzên dewletê û serhildêran de 7 hezar dibistan sewitandin

PeyamaKurd – ADDİS ragihand ku li welatê Etopyayê bi sedema rêxistina Cepha Rizgariya Gel ya Tîgrayê (TPLF) bi hêzên asayîşa dewletê re şer dike, bûye sedema şewitandina 7 hezar dibistanî. Wezîrê perwerdê yê Etopyayê Getahun Mekuria, li payîtexta Etopyayê li Addis Ababa di konferansa perwerda netewî de got ku TPLF bûye sedema şewata 7 hezar dibistanî an şewata qismek ji wan. Mekuria ragihand di meha dawiyê de 88 hezar xwendevan di 455 dibistanan de dixwendin û ji aliyê TPLF de hatine tehrîb kirin.

TPLF bi hefteyane ku li eyaletên Afar û Amharayê bipêş de diçe. Rêxistin ketiye nav bajarê dîrokî yê eyaleta Amharayê yê Weldiyayê û bi hêzên dewletê re şer dike.