Di salvegera sehîdkirina Omer Muxtar de hat bibîranîn

17 îlon 2019 03:08
Di salvegera sehîdkirina Omer Muxtar de hat bibîranîn

PeyamaKurd- Di salvegera 88 emîn şehîdkirina serokê serhildana Lîbyayê Omer Muxtar ku li hemberê dagirkerên Îtalyayê serî rakiribû û bûbû sembola bexwedana Lîbyayê, hat bibîranîn. Xelkên ji Lîbyayê ku li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê ne, rêxistineka bi navê Rêxistina Omer Muxtar avakirine. Ev rêxistin bîranîna Omer Muxtar kir û ciyê bîranînê Navenda Çandê ya Zubeyde Xanim ya Fatîhê bû.

Omer Muxtar bi navê “Şêr ê Çol ê” dihat naskirin û li ser jiyan û têkoşîna wî fîlmê bi “Şêr ê Çol ê” ji aliyê Antony Queen de hatibû çêkirin. Serokê rêxistinê Mustafa Tarhûnî ragihand ku ev cara yekeme li Tirkiyê bîranîna Omer Muxtar têkirin. Tarhûnî weha got:

“Ev rêxistin çavkaniyeka wisaye ku Lîbyayî dikarin bi awayeka civakî û xizmetî jê fêde bibînin. Rêxistin wê têkiliyên navbera Lîbya û Tirkiyê xurt bike, têkiliyên baş yên civakî yên bi fêde ava bike, rê bide ber berjewendiyên hevpar û dahatûyekî hevpar ava bike. Di vê roja me ya girîng de, şehîdên me yên ku li dijî dagirkeriya Îtalyayê rabûnê û di rêya xaka xwe de şehîd bûne, em wan bi rehmet bibîr tînin.”

Di şevê de belegfîlmeka ku Omer Muxtar dida nasîn weka sînevîzyon hat nîşandan.