Di sala 2020an de bazirganiya Kurdistanê gihîst 25 milyar dolaran

28 berfanbar 2020 19:02
Di sala 2020an de bazirganiya Kurdistanê gihîst 25 milyar dolaran

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê Fethî Mihemed ragihand, sala 2020an asta bazirganiya Kurdistanê gihîşt 25 milyar dolaran.

Fethî Mihemed ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, asta bazirganiya Kurdistanê îsal dilxweşker bû, bi taybet di warên xûrek û tenduristiyê de.

Fethî Mihemed got, asta bazirganiya Kurdistanê di sala 2020an de gihîşt 25.5 milyar dolaran û ev jî asteke baş e li gorî şert û mercên îsal.

Berpirsê hikûmetê da zanîn, heger aramiya siyasî û aborî hebe sektora taybet dikare zêdetir geş bibe û asta bazirganiyê zêdetir bilind bibe û diyar kir, “Em pêşbînî dikin sala 2021ê asta bazirganiyê bilindtir bibe û bigihe asta beriya şerê DAIŞê.”