Di rojekê de nêzîkî milyonek û nîv welatî hatin derzîkirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê diyar kir, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di rojekê de nêzîkî milyonek û nîv welatî hatin derzîkirin. Rêveberên saziyên tenduristiyê didin zanîn, piraniya welatiyan jî êdî dizanin ku tenê bi derziyê dikarin ji vîrûsa Koronayê xelas bibin.
Li Tirkiye û Bakur, roj bi roj hejmara welatiyên ku tên derzîkirin zêde dibe. Piştî ku temenê derzîkirinê heta 35an hat daxistin û biryara derzîkirina hemû welatiyên xwedî sîgorte hat dayîn hejmara derzîkiriyan zêde bû. Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê, di rojekê de nêzîkî milyon û nîv welatî hatin derzîkirin.
Li 18 hezar û 500 navendan, nêzîkî 50 hezar xebatkarên tenduristiyê welatiyan derzî dikin. Li nexweşxaneyên dewletê, nexweşxaneyên zanîngehan, nexweşxaneyên taybet û binkeyên tenduristiyê proseya derzîkirinê bi rê ve diçe. Welatiyên ku dora wan ya derziyê hatine bi kêxweşî li navendên tenduristiyê derziyê werdigrin.
Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Tenduristiyê, nêzîkî 25 milyon welatî derziya yekem û 15 milyon welatî jî derziya duyem ya Koronavîrûsê li xwe dan. Bi giştî nêzîkî 40 milyon welatî hatine derzîkirin. Heta niha li Diyarbekirê 360 hezar, li Rihayê 300 hezar, li Wanê 250 hezar û li Mêrdînê jî 142 hezar welatî hatine derzîkirin. Proseya derzîkirinê bênavber berdewam dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin