Di rojekê de 221 kes ji koronayê mirin, rewsa 8 herêman jî xeter e

09 tîrmeh 2020 18:37
Di rojekê de 221 kes ji koronayê mirin, rewsa 8 herêman jî xeter e

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Îranê amara herî zêde ya rojekê ya mirinên ji koronayê ragihand.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di 24 saetên borî de li seranser Îranê 221 kesan ji ber vîrusa koronayê can daye û 2 hezar û 79 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Wezareta Tenduristiya Îranê daye xuyakirin ku hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa Koronayê gihîştiye 250 hezar û 458 kesan û hejmara kesên can dane jî gihîştiye 12 hezar û 305 kesan.

Herwiha hat ragihandin ku li 9 parêzgehan bi sedema belavbûna vîrusa koronayê rewşa tenduristî gihîştiye “rewşa sor” ew jî Azerbeycana Rojhilat, Ûrmiye, Sine, Kirmanşan, Hirmixan, Boşehr, Xuresan û Îlamê in.