Hindistan: Di rojekê de 3 hezar û 438 kesên din ji koronayê mirin
05 gulan 2021 00:00
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê nexweşiya vîrusa koronayê Covid-19 gihîştiye asta karesateke mezin a mirovî, di 24 saetên dawî de 3 hezar û 438 kesên din pê mirin.
Li gorî amarên 24 saetên borî 355 hezar û 828 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 hezar û 438 kes jî mirin.
Li Hindistanê ku êdî tenduristiya welat têk çûye, hejmara pêketiyan 20 mîlyon kesan derbas kir û heta niha 222 hezar û 408 kes jî bi koronayê mirine.
Li gorî Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) cografyaya Hindistanê vîrûsê bêhtir vedigirîne û dibe sedema nexweşiyeke giran ku bandora derzîkrina dijî vîrûsê jî kêmtir dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di rojekê de 185 kes mirin û nêzî 30 hezar kes jî bi koronayê ketin
29 mjd 2020
Jiyan
Li Iraq û Kurdistanê 3 hezar û 396 kesên din bi koronayê ketin
11 tbx 2020
Cîhan
Herêma Kurdistanê: 1 hezar û 52 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
07 tbx 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin