Di operasyona PKK ê de ji 31 binçavkiriyan 16 kes hatin zîndanîkirin

29 gulan 2021 02:37
Di operasyona PKK ê de ji 31 binçavkiriyan 16 kes hatin zîndanîkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê û 5 bajarên din operasyona ser PKK ê hat kirin û di nav binçavkiriyan û zîndankiriyan de rêvebirên HDP ê jî hene. Biryara operasyonê ji aliyê serdozgeriya Diyarbekirê de hat dayîn û li navenda bajarê Diyarbekir, Pasûr, Farqîn, Îstenbol, Batman, Antalya û Dêrsimê operasyon hatin kirin. Operasyon di 24 ê gulanê de destpêkir û îro binçavkiriyan derxistin ber dadgehê.

Ji 31 kesan 16 kes hatin zîndanîkirin. Niha hêzên asayîşê li 3 kesên din digerin. Di nav kesên binçavkirî de şaredarê berê yê Batmanê Sabri Özdemir û şaredarê berê yê Rezan parêzer Cebar Leydara hebûn û tevî wan 15 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.