Di navbera Rûsya û Japonya de krîza sîxuriyê
28 rêbendan 2020 03:05
PeyamaKurd- Li welatê Rûsyayê bi sedema ku mirovekî Japonî sîxuriyê (casûsiyê) kiriye hat derxistin bo derveyê Rûsyayê. Ajansa Rûsyayê ya fermî ya bi navê TASS ê, binkeya nûçeya xwe biriye ser çavkaniyên wezareta karên derve ya Rûsyayê. Li gor TASS ê mirovê Japonî bi nasnameya rojnamegeriyê çûye Rûsyayê û xwestiye di derbarê mijarên leşkerî de agahiyan bidest bixe.
Kesê Japonî yê navê wî nehat aşkerakirin, bi tewana sîxuriyê (casûsiyê) li bajarê Vladivostokê di 25 ê meha borî de hatiye binçavkirin. Ew mirov di nav 72 sietan de terka Rûsyayê kiriye û Rûsya di mijarê de bo balyozxaneya Japonyayê ya li Rûsyayê nota ya protestoyê şandiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Krîza balafirê ya di navbera Azerbêcan û Rûsyayê de kûr dibe
08 sbt 2025
Jiyan
Îdîaya krîza nû ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de!
01 rbn 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin