Di navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbesteke 3 rojî

09 gulan 2026 08:37

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji bo rawestandina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbesteke 3 rojî hatiye îlankirin.

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbesteke 3 rojî
Wêne: AA

RûpelNews -

Ev rêkeftina ku li ser daxwaza rasterast a Trump pêk hatiye, pevguhertina 2 hezar girtiyên her du aliyan jî li xwe digire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hêvîdar e ku ev agirbest bibe destpêkek ji bo bidawîhatina şer.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got:

"Ez kêfxweş im ku radigihînim, dê di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbesteke 3 rojî (9, 10 û 11ê Gulanê) hebe."

Ev agirbest hevdem e li gel "Roja Serkeftinê" (9ê Gulanê) ku salvegera serkeftina Rûsyayê ya li ser Naziyan e.

Trump destnîşan kir ku ev roj ji bo her du welatan jî girîng e, ji ber ku Ukraynya jî faktoreke sereke ya wê serkeftinê bû.