Di navbera parêzgehên Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de çûnûhatin hat rawestandin

06 nîsan 2021 13:30
Di navbera parêzgehên Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de çûnûhatin hat rawestandin

PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê, Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê, çend biryarên nû derbarê çûnûhatina bi parêzgehên din ên Iraqê re derxist.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir, çûnûhatina navbera parêzgehên Herêmê û parêzgehên Iraqê tê rawestandin.

Wezaretê destnîşan kir, ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî, Hevpeymaniya Navdewletî, dîplomat û şandên fermî, welatiyên ku nişteciyên Herêma Kurdistanê ne, kesên nexweş ku pêwîstiya wan heye li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tedawî bibin, bazirgan û veberhêner li derveyî vê biryarê ne.

Herwiha hat eşkerekirin, karê bazirganî dê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de berdewam bibe tevî liberçavgirtina hemû rêkarên xwepêraziyê.