'Pêwîste parêzgehên din ên Iraqê ji pêsketinên xizmeta Kurdistanê sûdê bistînin'

01 hezîran 2021 22:37
'Pêwîste parêzgehên din ên Iraqê ji pêsketinên xizmeta Kurdistanê sûdê bistînin'

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Sêşemê pêşwaziya Parêzgerê Besrayê Esed Elîdanî kir.

Di hevdîtinê de Aras Hebîb Kerîm Endamê Encumena Nûneran amade bû, rewşa Besrayê û parêzgehên Başûrê Iraqê bi giştî li rûyê proseya avadankirin û binyatnan û xizmetguzariyê ve nirxandin û tîşk xistin li ser girîngiya bingehsazî û pêdana derfetên zêdetirê kar û veberhênanê bi kerta taybetî ya navxweyî û biyanî.

Di vê derbarê de mînaka serkeftiya kertê taybet li Herêma Kurdistanê û ew rola ber bi çav ya li encamdana kar û projeyên jêrxanê ya li hemû waran da li xwe digre, xistin ber behs û her du alî hevra bûn ku Iraq pêwîstî bi yasayekî hander û dostaneya veberhênan û rêkxistina sîstema bankdariyê heye.

Parêzgerê Besrayê, ji bilî destxweşî û sosretiya bi asta avadanî û binyatdan û projeyên xizmetguzariyên Herêma Kurdistanê, tekezî li girîngiya sûdwergirtina Besra û parêzgehên dinê Iraqê li pêşketinan û ezmûna serkeftiya Herêma Kurdistanê kirin û alîkariya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Besrayê bi pêwîst zanî.