Di navbera Lavrov û Borrell de munaqese
PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê di civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Milletên Rojhilatê-Başûrê Asya de, di navbera nûnerê bilind yên Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov de gengeşe çêbû.
Li payîtext Cakartayê Sergey lavrov rojavahiyan kir hedefa xwe û li ser axaftina Lavrov wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken got ku Lavrov bi erênî tevnegeriya. Blinken got:
“Ez li gor axaftinên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov, difikirim ku tevlîbûn û têkiliyên ku danî, di ti babetekî de aferîner nînbû. Lavrov negatîv bû. Di her mijara dinyayê de sedem Amerîkayê nîşan dida.”
Borrell, di dema civînê de bi Lavrov re ket niqaşa duqolî. Li gor Blinken; Lavrov gelek bersivên êrîşker daye û tenê ji aliyê xwe de rewşê rave kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin