Borrell: Kêseya navbera Sirbîstan û Kosovayê, hat çareserkirin
PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, li ser qeyrana navbera Sirbîstan û Kosovayê ya li ser plaqeyan, agahî ragihandin. Borrell da zanîn ku qeyran hatiye çareserkirin.
Josep Borrell duh di saetên şevê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku qeyrana navbera Sirbîstan û Kosovayê ya li ser plaqeyan ku di salên dawî de bûye sedema aloziyên giran, hatiye çareserkirin.
Borrell li ser mijarê got, “Me îro li ser peymanekê li hev kir ku di navbera Kosova û Sirbîstanê de pêşî li rageşiya zêde bê girtin. Em ê di çarçoveya pêşniyaza me ya ji bo asayîkirina peywendiyên navbera herdu aliyan de li ser hin gavan gotûbêjê bikin.
Di çarçoveya lihevkirina sereke ya danûstendinên Kosova û Sirbîstanê de ku li paytexta Belçîkayê ya Brukselê hat kirin de; Sirbîstana ku hîn jî Kosovayê wekî herêma xwe dibîne, dê belavkirina plaqayên nû yên bi navên bajarên Kosovayê bi dawî bike.
Kosova jî dê biryara xwe ya sizakirina sizayên li ser welatiyên Sirb ên li ser bikaranîna bi berdewamî ya plaqeyên berê yên ji aliyê Sirbistanê ve hatibûn dayîn, paş ve bikişîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin